Kordînatorê hêzên hevpeyman yên li dijî DAIŞê General John Allen dibêje, ewê berdewam piştgiriya Kobanê bikin û wê bihêlin ku DAIŞ li wir şikestineke mezin bixwe û Kobanê nakeve.

Li ser dahata Suriyê jî General Allen dide zanîn ku di wêneyê Amerîka yê ji bo dahata Sûriyê de, Beşar Esed cî nagire.

General John Allen di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke tirkî dide zanîn ku rewşa Kobanê êdî seqamgîr e û DAIŞ ş li wir kete tirba ku kola bû.

Her wiha dibêje ku ewê berdewam piştgiriya wan hêzan bikin ewên ku parastina Kobanê dikin û wê DAIŞ bibîne ku ew nikare li wir biserkeve û Kobanê nakeve.

Li gora Allen, heta niha li Kobanê bi tenê di encama bombebarana balafiran de 600 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û wê daiş dawî bibîne ku ev berdêleke girane.

Kordînatorê hêzên hevpeyman bi berdewamî dibêje ku daiş li Iraqê jî wenda dike û gelek deverên weke bendava Mûsilê ya Hadîsa, parzûngeha Bêcî û bajarokê Amerlî jî ji destê wan hatiye derxistin.

Li ser pirsa ku dibêje, gelo wê PYD jî bibe beşek ji wê hêza ku ji aliyê hevpeymanan ve bêne perwerdekirin, John Allen dibêje ku ewê li ser wê yekê bi Tirkiyê re biaxivin, lê wê berdewam alîkariya hêzên opozîsyonê li Kobanê bikin.
"kdpinfo"