Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî sêşemê 2 / 12 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna her yek ji endamên encumena serkirdeyetiya YNK`ê Dr.Xesro Gul û Şelaw Kusret pêşwazî li balyozê Emerîka li Êraqê Stuart Jones kir.
Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Êraq, Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û DYE gotebêj kirin.
Di vê derbarê de cîgirê serokê Herêma Kurdistanê serkeftin û qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de diyar dikin berz nirxand, her wiha ji ber piştgiriya mezin a Emerîka dide Herêma Kurdistanê di hemû waran de spasî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka kir.
Birêz Kosret Resûl ji aliyê xwe ve bal kişand ser bi rêkeftina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de lidarketî kir û got; Em hêvîdarin ev rêkeftin bi hewl û tevgera hemû aliyan rê li ber qonaxeke nû veke, ji ber ku alozî û rewşa tengezar û bi teybet div ê qonaxê de ne di berjewendiya ezmûna demokrasiyê û jiyana welatiyan de ye.
Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê her wiha got; Em dev ji bostek ji xaka pîroz a Kurdistanê bernadin, em dev ji mafên xwe yên rewa yên di destura Êraqê de hatine çespandin bernadin, ji ber ku me bi federakrî û qurbaniya bi deh û sedan ji lawên vê welatî tixûbên azadî û demokrasiyê li vê welatî berferh kir.
Ji aliyê xwe ve balyoz Jones got; Berxwedana û bergiriya hêzên pêşmerge li Kurdistanê li serenserî cîhanê deng veda û îro hêzên pêşmerge di şerê li dijî terorê de nûnertiya hemû mirovatiyê dikin.
Di hevdîtinê de herdu aliyan ji aliyê xwe ve, ji bo aramî û seqemgirî dîsa vegerê navçeyê tekez li ser yekrêziyê û yekhelwestiyê kirin.