Li Kobaniyê 50 Termên DAIŞ’ê Ketin Destê Şervanên Kurd
Terorîstên DAIŞê bi rêya sînorê Tirkiyê êriş kirin şer Kobanê, lê hêzên kurdî bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û 50 termên DAIŞê jî ketin destê wan.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê, lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî ragihand: “Terorîstên DAIŞê bi riya sînorê Tirkiyê êriş kirin ser bajêrê Kobanê û otomobîlek jî derbasî nav bajêr kirin û di hundirê bajêr de teqandin û ew sînor jî xistin destê xwe de.”
Derbarê bersiva hêzên kurdî lîwa Ebdulqehar Mecîd wiha got: “Şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge êrişên wan terorîstan têk birin û bi tundî li wan dan û karîn sînorê Kobanê ligel Bakurê Kurdistanê kontrol bikin. Niha tankên Tirkiyê li wir bicîh bûne, ji ber ku duhî ji wir çûbûn.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge tekez kir ku, “Di encama wî şerê duhî de, mixabin çend şervanên YPGê şehîd bûn û hejmarek birîndar jî bûn û Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin. Ji aliyekî dî ve, 50 termên DAIŞê ketin destê Hêzên kurdî.”
Ebdulqehar Mecîd got: “Îro (29-11-2014) Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend caran çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û ziyanên mezin gihandin wan terorîstan.”