Çavkaniyên Kurd ji herêmê radigihînin ku vê sibehê (29-11-2014) şerê dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Kurd de dest pê kiriye.
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî bi navê Emîd Tofîq Xazyavayî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji hersê aliyên başûr, başûrê rojhilat û bakurê rojhilat vê sivehê seat 05:00 şer dest pê kir û çekên giran jî tên bikar anîn.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro heta niha 4 caran li çeperên DAIŞê dane.”
Emîd Tofîq Xazyavayî wiha got: “Çekdarên DAIŞê heta niha nikarîne ti pêşveçûnan bikin, lê hêzên kurdî roj bi roj pêşve diçin.”
Her wiha li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragidihînin jî, ji saet 05:00’ê vê sibehê ve çeteyên DAIŞ’ê ji enîyên başûr, rojava û rojhilatê Kobanê ve careke din dest bi êrîşê krine.
Li gor heman çavkaniyan li her sê eniyan jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên pir dijwar rû didin û derbarê pevçûnan de agahiyên zelal nayên bidestxistin.